Niştecihên gundê Xianfeng ê Çînê, meymûnan dikişînin gund da ku zêdetir turîst bikşînin. Fikir ji gundekî din ê çînî hatiye kopî kirin, Emei Shan, ku meymûnên çolê seyrangehek girîng a geştiyariyê ne. Di destpêkê de, plan di Xianfang de jî bi ser ket. Ji ber meymûnan turîst zêde hatin. Digel vê yekê, wan ji bo vê parka xwezayê ya ku bixwe çêkirî veberhênerek jî dîtibû. Dema ku veberhêner mir tişt ji dest derketin. Ji bo destekkirina meymûnan pere nemabû û koma meymûnan berferehtir dibû, ku di encamê de bela meymûnan bû. Vê yekê jî turîst dûr xist. Dewlet midaxele kir û nîvê meymûnan vegerandin çolê. Niha divê em li benda derketina nîvê din bin.
(bron: AD, Joeri Vlemings